Nerastî û rastîyên derheqê Vîrosa Korona de (COVID-19)

Xeyal: Mirov dikare dermanê “antîbiyotîk” yan dermanên bo malarya li dij vîrosa korona bi kar wîne

RASTÎ:  Ne derzîyeke parastinê (vaccine), ne jî dermanên bo vîrosa korona nuha hene.

Lêkoler li hemî alîyên cîhanê bo dîtina derziya parastina ji korona (vaccine) di kar de ne. Hinek mînakên derzîyê di tecrûbeyên klînîkî de ne. Lê em nizanin amadebûna derzîya parastinê dê kengê be.

Lêkoler her weha derheqê îmkana bikarhanîna hinek dermanên nû û yên nuha hene de lêdikoline ku belkî bo dermankirina vîrosa korona guncav (munasib) bin. Bo nimûne, rêdaneke ta demekê li Australya bo bikarhanîna dermanekî li dij vîrosan yê bi navê “remdesivir” hat dayîn bo kesên nexweşiya COVID-19 bi wan re giran e. Di nav dermanên din yên di bin lêkolînê de dermanên bo êşa mofirkan (arthritis), bo malarya û bo HIV jî hene. Van dermanan nexweşiya vîrosa korona rehet nakin, lê heye ku jimara kesên bi vîrosê dikevin û giraniya nexweşiyê kêmtir bikin.

Lewma, grîng e tu xwe biparêzî, bi girtina tevdêrên pakhîştina destan û nefesgirtinê, bi hîştina navberiyekê di navbera xwe û kesên din de, bi mayîna li malê û xwetêstkirinê ger xwe nexweş hest bikî, û bikarhanîna maskê li şûnên ku tehlûkeya derbasbûna vîrosê ji kesên din dikare hebe, bi taybetî ger bikarhanîna hîştina navberiyê zehmet be.

XEYAL: Zaro ‘kûpên’ belavkirina COVID-19 ne

RASTÎ:  Di wê demê de ku bi şêweyeke giştî tê zanîn zarokên biçûk çavkanîyên derbaskirina vîrosan û mîkroban in, wek pêketina zekemê, delîlên derheqê COVID-19 de hene pêşniyaz dikin ku derbasbûna wê ji zarokekî bo yekî din li xwendegehê kêm e. Jê bêtir, li tevahiya cîhanê agahiyên ku raber bikin vîros bi rêya zarokan belav bûye nahên dîtin. Çiqa mumkin be jî, delîlên hene pêşniyaz dikin zarok ne kûpên belavkirina vîrosa dibe sedema COVID-19 ne.

XEYAL: Australya nikare bi awayekî kafî hacet û pêdiviyên pijîşkî bi dest xe (hacetên nefesê, maskan, hacetên têstkirinê)

RASTÎ:  Derheqê rêbirrîna li belavbûneke berfirehtir ya vîrosa korona de Australya gellekî serkevtî bû, û ev wê wateyê dide ku me rê li pêş zêdekirina giraniya barê li ser milên nexweşxaneyên xwe girt.

Gellek hacetên parastina şexsî li Australya di dest de hene, û hîn bêtir li Australya dihên çêkirine û berdewam digihêne Australya. Wek nimûne, Enbara Neteweyî ya Pêdiviyên Pijîşkî têre xwe dagirtî ye û bêtir ji nîv milyar mask bo belavkirina di sala 2021ê de hatine wesandin.  

Komîteye pêşniyaziyan dide hukûmeta australî, “the Communicable Diseases Network Australia” û “the Public Health Laboratory Network” jî di nav de, kombûnên xwe didomînin bo dîsa-binçavkirina rêberiya derheqê rewşa COVID-19 û pêdiviyên têstkirinê de, da ku misoger bike têstên grîng hatine kirin, bo piştgiriya li gavên parastina giştî li hember nexweşiya COVID-19.

XEYAL: Nexweşxaneyên Australya dê nikaribin barê ziyadebûna bi encama COVID-19 hilgirin

RASTÎ:  Australya derheqê rêbirrîna li belavbûneke berfirehtir ya vîrosa korona de gellekî serkevtî bû, û ev wê wateyê dide ku me rê li pêş zêdekirina giraniya barê li ser milên nexweşxaneyên xwe girt. Australya xwediya sîstêmeke tenduristî ya ligor asta navneteweyî ye. Sîstêma australî xwediya wan derfetan e ku ji heqê zêdebûna haletên dema nexweşiya COVID-19 derkeve, ger pêdivî hebe. Hebûna jimarên zêdetir ji textan, hacetên pijîşkî, pêdiviyan, û hebûna karmendên pijîşkî bi encama hevkariya hukûmeta australî û yên wîlayetan û herêman û nexweşxaneyên prîvat, hemî di nav van derfetan de ne.

XEYAL: Girtîhîştina du hefteyan dê belavbûna COVID-19 rawestîne

RASTÎ:  Bicîhkirina sînorkirinan bo du yan sê hefteyan û dû re rakirina wan bo vegera li rewşa normal ya jiyanê belavbûna COVID-19 ranawestîne.

Pirraniya kesên bi COVID-19 dikevin yan sivik pê dikevin, yan şanên nexweşiyê bi wan re xuya nakin. Tehlûkeya ji girtina tenê bo du hefteyan ew e ku kesên şanên nexweşiyê li wan xuya nakin bêyî bizanibin vîrosa COVID-19 derbas yên din bikin dema girtin li dû du hefteyan bi dawî bihêt.

Baştirîn rêya alîkirina bo kêmkirina belavbûna COVID-19 girtina tevdêrên pakhîştina destan û nefesgirtinê ye, her weha hîştina navberiyekê di navbera xwe û kesên din de, mayîna li malê û xwetêstkirinê ger xwe nexweş hest bikî, û bikarhanîna maskê li şûnên ku tehlûkeya derbasbûna vîrosê ji kesên din dikare hebe, bi taybetî ger bikarhanîna hîştina navberiyê zehmet be.  

Pisporên me yên tenduristîyê dê rojane haletên nû yên nexweşiya korona û şûnên belavbûna wê li Australya bişopînin. Ew ê dû re pêşniyazîyên ligor delîlan pêşkêş bikin ka çi merc û sînorkirinên nû divên. Her kes divêt xwe derheqê sînorkirinên nuha hene de agahdar bike, ji vê malperê: www.australia.gov.au.

XEYAL: Têstkirina her kesî dê belavbûna vîrosa korona rawestîne

RASTÎ:  Têstkirin belavbûna vîrosê ranawestîne.

Yek ji stûnên bingehîn yên berbendkirin û kontrolkirina COVID-19 têstkirina durist e di demê de, ku dikare were şopandin û analîzkirin. Têstkirina durist ya dikare were analîzkirin roleke grîng heye derheqê xuyakirina mercên belavbûn û kontrolkirina nexweşiyan de (epidemiology of the disease); herweha di ragîhandina haletan û agahdarkirina aliyên berpirs de, ku dibin sedema kêmkirina belavbûna vîrosê.

Lê ger têstkirin xuya bike COVID-19 bi te re tune, ev wê wateyê nade tehlûkeya ku tu pê kevî, yan kesekî din ji te pê keve tune. Têstkirina te dikare encamên nerênî bo COVID-19 bide, li dû rasthatina te li SARS-CoV-2 (vîrosa dibe sedema COVID-19), û pêş şanên nexweşiyê bi te re xuya bikin. Lewma pirr grîng e mirov li pakiyê û li dûrbûna ji yên din miqayit be, û li malê bimîne ger xwe baş hest neke. Van kiryaran, tev têstkirina bi tevdêr, alîgir in bo rêbirrîna li belavbûna COVID-19 û nexweşiyên din yên ji kesan derbas dibin, û ev barê li ser milên sîstêma tenduristî ya australî siviktir dike. 

Birêvebirina serkevtî ya tenduristiya giştî li herêmeke ku tê de jimara haletên nexweşiyê û belavbûnê ziyade bûne wê yekê dide ber çav ku proseya têstkirinê hem haydariyê bi miqayitî bide kontrolkirina belavbûna nexweşiyê û hem rewşa şûnên têstkirinê û qudretên wan ji bîr naeke. 

Têstkirina berfireh ya australîyên bêyî şanên nexweşiyê nahêt pêşniyazkirin. Ev şêweya têstkirinê ne ji aliyê belavbûn û kontrolkirina nexweşiyan ve durist e, ne jî rêyeke ji aliyê aborî ve serkevtî ye bo xuyakirina belevbûna nexweşiyan. Hukûmeta australî dipejirîne heye ku roleke têstkirina bêyî hebûna şanên nexweşiyê di rewşine taybet de hebe bo armancên kontrolkirina nexweşiyê û çavdêriyê. Van rewşên taybet haletên belavbûna nexweşiyê, daniştvanên ku tehlûke heye nexweşîyê li herêmên ku tê de nexweşî kêm e belav bikin, daniştvanên ku tehlûkeya rastî vîrosê bihên bo wan heye dixe nav xwe, her weha ewên di nav rewşên xeternak yên belavbûna vîrosê de ne, ku ew jî dikarin bi giranî pê kevin ger vîros derbas wan bibe.

Hukûmeta australî berdewam pêşniyaz dike ku tevdêrên têstkirinê, têstkirina kesên bêyî şanên nexweşiyê li şûna kar jî di nav de, bi şêwirmendiya bi berpirsên tenduristiya giştî û serdarên şûnên têstkirinê re bihên plankirin. Ev ji bo misogerkirina wê yekê ye ku rê û metodên herî baş hatine bijartin. Bo bêtir agahdarî derheqê dîtina hukûmeta australî derbarê têstkirinên berfireh bo kesên bêyî şanên nexweşiyê de, vê malperê veke: Department of Health website.

XEYAL: Hacetên têstkirinê encamên durist nadin

RASTÎ:  Li Australya têstên bo COVID-19 gellekî durist in. Hemî rê û metodên têstkirinê hatine piştrastkirin. Ew berdewam ji aliyê Serpereştiya Hacetên Pijîşkî ve (Therapeutic Goods Administration: TGA) dihên binçavkirin, û kalîteya wan divêt ji aliyê programên bi taybetî bo SARS-CoV-2 (vîrosa dibe sedema COVID-19) hatine çêkirin ve bihêt pejirandin.

Li Australya, têstkirina laboratorî (muxteberî) ya bi navê “polymerase chain reaction testing (PCR)” têstkirineke bi radeya herî bilind e ku ji bo teşxîskirina înfeksiyona xeternak SARS-CoV-2 di giyanê mirovî de dihêt bikarhanîn, û bo vê têstkirinê berhevkirina komeke ji nimûneyên nefesê divêt. Têstên PCR gellekî hesas in û beşikên wîrasî (genetic) yên herî biçûk, ku taybetmendiyên bo SARS-CoV-2 ne di nimûneya nefesê de, dibîne.

Teknolojiya her têstkirina bo Australya nû pêdivî bi nerxdaneke (teqyîmkirin) bi miqayitî heye ji aliyê TGA ve, bo misogerkirina kalîte û pêbawerîya bi encaman û bidestxistina rêdana bo pejirandina qanûnî. Bo bidestxistina agahîyên herî dawîn derheqê ka kîjan têstên COVID-19 li Australya hatine pejirandin û li nik “Australian Register of Therapeutic Goods” hatine qeydkirin, malpera TGA veke: www.tga.gov.au/covid-19-test-kits-included-artg-legal-supply-australia.

XEYAL: Vîrosa korona derew e

RASTÎ: COVID-19 bi encama vîrosa korona (SARS-CoV-2) cîh digire. Ev vîros beşekî ji malbateke mezin ya vîrosan e ku dikarin bibin sedema înfeksiyonên nefesê li nik mirovan û lawiran (heywanan). Van înfeksiyonan dikarin bi babetên cuda bin, ji pêketina zekema adetî ta nexweşîyên girantir. COVID-19 bi rêya beşikên ji dev û pozên mirovan (droplets) û rûtiştên mîkroban xwe lê bi cî kirine (contaminated surfaces) belav dibin.

Li Australya, laboratora li Vîktorya ya bi navê “the Victorian Infectious Diseases Reference Laboratory” (VIDRL) li Enstîtuya Peter Doherty bo înfeksiyonê û parastinê (Institute for Infection and Immunity), laboratora yekemîn bû li derveyê Çînê ku SARS-CoV-2 veqetand. VIDRL vîrosa hatî veqetandin bi laboratorên auaustralî yên din re parvekir, her weha bi Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî û welatên din re, bo birêxistin û rêk-û-pêk-kirina têstkirin û teşxîskirina bi COVID-19 re eleqedar.

Australya çakbext e ku sîstêmeke bi pisporî ya laboratorên giştî û prîvat pê re alîgir e, laboratorên ku xwedîyên pêkanî û xibretên pêwîst in bo dîtin û tesbîtkirina SARS-CoV-2. Pêkanîya li nik van laboratoran ku derfetên têstkirinê ziyade bikin grîng bû ji bo serkevtina Australya di warê daxistina haletên nexweşîyê de û bo rêbirrîna li ziyadebûneke bêhûde ya pêketina bi vîrosê wekî li welatine din. Agahîyên derheqê jimara kesên COVID-19 bi wan re heye û jimara mirîyên bi encama vê nexweşîyê li Australya û cîhanê dihên komkirin. Van jimaran rojane di vê malperê de dihên weşandin: Australian Department of Health.

XEYAL: Mask bêbandor (bêfayde) û/yan ne bi ewlehî ne

RASTÎ: Ger mask bi miqayitîyên din re werin bikarhanîn, wek pakîyê, navberîhîştinê, û mayîna li malê û têstkirinê ger mirov xwe nexweş hest bike, ew bo kêmkirina COVID-19 dibin alîgir.

Wekî pirranîya vîrosên ji nefesê, SARS-CoV-2 (vîrosa dibe sedema COVID-19) jî bi pirranî bi rêya beşikên bi vîros yên ji dev û pozê kesekî bi vê nexweşiyê ketî, bi encama axaftinê, kuxînê yan bonijandinê, belav dibe. Belavbûn dikare her weha bi rêya rûtiştên bi mîkrobê hatine gemarîkirin be. Mask dikare ji alîyê kesekî înfeksiyona nefesê ya bi vîros pê re heye ve, COVID-19 jî di nav de, were bikarhanîn, şanên nexweşîyê pê re hebin yan na, bo parastina yên din ji beşikên nefesê yên bi înfeksiyon. Mask ji alîyê karmend û miqayitkarên tenduristî ve dihên bikarhanîn bo xweparastinê dema nikaribin xwe ji yên înfeksiyona nefesê bi wan re heye, COVID-19 jî di nav de, bi dûr xin.

Bikarhanîna maskê tenê gaveke kêmkirina belavbûna COVID-19 e û ne berdêla miqayitîyên din e. Grîng e mirov pakhîştina destan û nefesê, navberîhîştina di navbera xwe û yên din de, mayîna li malê û xwetêstkirinê dema xwe nexweş hest bike bidomîne.

Çi delîlên ku raber bikin bikarhanîna maskê ne bi ewlehî ye yan dibe sedema kêmbûna oksicênê nînin. Karmendên tenduristîyê bi salan û bo demeke dirêj mask bi kar hanîne bêyî rastî van kêşeyan bihên.

Berdewam xwe bigihîne vê malperê bo agahîyên herî dawîn yên xwe bi mijarên dan-û-stendina hukûmeta australî bi COVID-19 re girê didin.

 

SBS jî xwediya jimareke ji agahiyan e derheqê COVID-19 de bi zimanê te. Dikarî her weha app’ên mobîlfonê û înternêtê bi kar wînî bo wergerandina agahiyên ji hukûmetê. Dikarî li yeke bo pêdiviyên te guncav bigerî.

Bo bidestxistina bêtir agahdarî bi Înglizî, vê malperê veke: www.australia.gov.au.