Nîjadperestî nayê qebû krin

Heke we tecribên cûdehîya nîjadî, nerehetikrinê an nefretek li li we hate kirin an we ev yeka dît li bemer vê yekê mesekine; bipeyivin.

Heke hûn qûrbanîyek neheqîyek nîjadî bin

  • Heke hûn rastî hêrîşek bûn, bi tundî hatin tehdît kirin, pêwendî li gel polês girêbidin.
    • Di rewşek awarte de an xetreîyek tundî ajîyanî da têlefona Sê sifir (000) biki daxwazî ya polês bikin.
    • Heke xeterîyek yekser nîn be, û pêwistîya we bi alîkarîya polê hebe têlefon bikin bo Xeta Polês a Alîkarîyê ‘Police Assistance Line’ (131 444).
  • Heke pevçûnek ne qewimîbe, û heke ewle bêt, yekser hûn bixwe li gel ew kesên tevlêbûne hewil bidin bo çareserîya rewşê di navbeyna xwe da.
  • Heke pirs bi vê hewîldana we a yekser nehate çareserkirin an ji hûn ne rihetin vê têkilîyî pêk binin, hûn dikarin gilîyên xwe bibin ba Australian Human Rights Commison (AHRC) - ‘Komisyona Mafên Mîrova A Australia.

Hêza temaşevanan

Gava mîrovên bû şahidê nîjadperestîyekê divê li dijî wê dengê xwe bilind bike, ev yeka wê bibe wek yarmetîyek bide ew kesê kû bûye hedefa vê bûyerê, û ev yeka wê bo ew kesê nîjadperest kû bikaribe ew xeletîyên kû kirîye deresek jê bigre. Xwe ji xeterekê dûr bixin, heke ev yeka bi ewle bet bike, pişgirîya kesê qûrbanî bike û di dij neheqîyê deng bidin.Jarna teverek hêsan dikare bibe sedema hêzeka gewre. 

Heke gave we tevgêrek nîjadperest dît hûn dikarin:

  • Bipeyivin – bêjin ev yeka nîjadperestî ye, bi sûcdare bidin zanîn kû ev yeka nayê qebûlkirin
  • Pişgirîyê kesê bûye qûrb bike – li rexê ew kesê bûye hedef bisekine û bipirse heke ew baş in an na.
  • Delîlan bicivînin – bi têlefona xwe bûyerê biqeyîdinin, wêneyê kesên sûcdar bikişînin û ji erkanên adarî re bişînin

Komisyona Mafên Mîrovan A Australîa pêşnîyarîyên wan bo ew kesên temaşevan hene, bo awana biçin https://itstopswithme.humanrights.gov.au/respond-racism

Cudahîya nijadî û mafên we

Li Australia ne qanûnîye heke pêkanên alenî a di nav xelqêde ger kû kesek and ji grûbek ji gel, kû li ser bingeha wan a nîjadê, reng, netewatî, û pêşxaneya etnîk bi îhtîmalek mezî ewê bêne êşandin, li wan heqaret kirin, bêrûmetkirin an tirsandin. Ev celeb wek tegerînek nefreta nijadperestî têye çînkirin.

Mînakên nefret a nijadî evana ne:

  • li ser internet’he ew eterialên hêrîşkarîya nijadî dike, wek eforum, blogs, malperên şebeka sosyalî û malperên parvekirina vidyoyê.
  • şîroveyên neheqî yên nijadî an wênyên di rojnameyanda, mexazîn an weşanên wek belavokek an belavnamek
  • axaftina di civînên gelêrî de a neheq li hember nijadekê
  •  şiroveyên destdirêjiya nijadî ên li cîhên gelêrî, wek dikan, cîhê kar, park, transporta gelêrî an li dibistanê
  • şiroveyên destdirêjiya nijadî li pêkanên sîporê ên jî alîyê lîstikvan, temaşevanan, fêrkeran an desthilatdaran.

Mebesta hiqûqê ew da mêzînek di navbeyna mafê axaftinek azad (azadîya axaftinê) û mafê jîyanek bê nefreta nijadî bide sazkirin. Hindek pêkan dibe ne li dijî qanûnan bin heke “bi cûrek maqûl û bi nîyetek paqij hatibin kirin”.

Pêkanên cudahiya nijadî wexta di ew reşek wekyekî da ku kesekî yê dinê bi awayekî kêmxweşbînî têne hesiband ji ber nijada wan, reng, tor, netewe an eslê etnîka wan an rewşa koçberîyê wekî red kirina îcare ya xanî bo ew kesekî ji ber ew girêdahîyê nijadek tayîbetî an ji xwedan rengek cûda ne.

Cudahîya nijadî disa pêk tê dema rêbaz an rêzname bo herkesî wekheve e lê belê bandorek neheq li kesên kû ji nijadek tayîbetin, reng, tor, netewe and eslê etnîka wan an rewşa koçberîya wan wek kampanyek ji karkerên xwere dibêje li cîhê kar gere şepqê nedin serê xwe an ser girtên din neyê bikaranîn, kû ev yeka ji bi cûrek ne adlane wê bandor li kesên ji hin nijad/etnîkan bike.

Heke hûn rastî cudahîyek nijadî an a nefretê dibin hûn dikarin gilîyên xwe bivin ba Komisyona Mafê Mîrovan a Australia. Rêdoza bo gilîkirinê hêsan, belaş û hêsan e.

Bo serlêdanek bo gilîkiriê biçin malpera Komisyona Mafên Mîrovan A Australia www.humanrights.gov.au/complaints

Xizmeta Neteweyî ya Agahdarkirinê

Xizmeta Neteweyî ya Agahdarkirinê ya Encûmena Australî ya Mafên Mirovan (NIS) agahiyan û hewalekirinan (referrals) bo kesan, rêxistinan û kardaneran (employers) dide, derheqê mijarên mafên mirovan û neheqîkirinê (discrimination) de. Ev xizmet bêpere û nepenî ye (confidential).

NIS dikare:

  • derheqê maf û berpirsiyarên te yên ligor qanûna federal ya mafên mirovan û ya li dij neheqiyan de agahiyan bide te
  • bi te re biaxafe ka dikarî li nik Encûmenê gilî bikî yan ka qanûn çawa dikare xwe bi rewşa te re e’leqedar bike
  • agahiyan bide te derheqê çawa-gilîkirinê de, çawa-bersîvdana gilîkirinekê, yan çawa xwe bi mijareke neheqîkirinê (cudalêniherînê) ve mijûl bikî
  • raberkirina rêxistineke din ya ku mumkin e bikaribe bi te re alîgir be. Bi bîr wîne ku NIS nikare şîretên (pêşniyaziyên) qanûnî bide te.

Dikarî bi NIS re peywendiyê deynî bi rêya:

Xizmeta Wergerê (nivîskî û dengî)

Xizmeta wergerê (TIS National) xizmeteke wergerê ye bo kesên bi Înglizî nizanin. Pirraniya xizmetên TIS National bo kesên ne-înglizîziman bêpere ne.

Şêwirmendî û Miqayitiya li Tenduristiya Derûnî

Xizmeteke alîkariyê ya taybet, rojane û bo 24 sa’etan, bo alîkirina xelkê di dema nexweşiya COVID-19 de heye û ji bo hemî australiyan bêpere ye.

Mirov dikare xwe bi rêya vê malperê bigihîne xizmeta alîkariyê: https://coronavirus.beyondblue.org.au/

Bo kirîzên (kêşeyên) şexsî û alîkariyên tenduristiya derûnî dikarî dema bixwazî telefone Beyond Blue bikî li ser vê jimarê 1800 512 348 yan Lifeline li ser vê jimarê 13 11 14.

Xeta bo alîkirina zarokan Kids Helpline xizmeteke bêpere ye bo ciwanên di navbera 5 û 25 salî de. Zarok, ciwan û kesên xort dikarin dema bixwazin telefone vê jimarê bikin: 1800 551 800