Tenduristî

Agahdarîya Tenduristî

Heke alametek/semtomek  ciddî bi were wek zahmetî ya nefesê bi kerema xwe telefona vê rê reqemê bikin 000 bo arîkariya tibbî ya bilez.

Nîşanên vîrus a korona evin:

  • agir
  • kuxîn
  • eşa gewrîy
  • kurtbûna bihnê

Nîşanên din jî dibe ku pozê herikî, serêşîn, masûl an êşa movirk, navçûyîn, fereşandin, hûndabûna hestên bêhin,  guherîna hestên tamê, bêdilbijîn mayin, westînî.

Heke hûn nexweşin û fikra hebûna vîrus a korona bi were heye, daxwaza yarmetîya tibbî bikin.

Hun dikari têlefon bikin bo Xetalîkarîya Vîrusa Korona a Netewî li ser 1800 020 080 bo alîkarîya berfireh. Ger hewceya te bi alîkariya wergêrekî zimanê te hebe, telefone 131 450 bike.

Li ser Department of Health’s website agahdarîyên pircûre ên bi zimanên din xeyrî Înglîzî - languages other than English  bi dest têye xistin ji bo yarmetî bo milet bête kirin bo di nav ewlehîyêda bin û rizqan bo civatê dernexin.

Bêter di çavkanîyên zimanan serdana vê malperrê bikin: www.sbs.com.au/language/coronavirus.

Ceribandin û dermanirin a COVID-19

Heke vîzeka we tunebe ji, an di derheqa vîza we heke gumana we hebe, divê hûn bi gorî rewşa civatî a hatîye kufşkirin bi tevger bin. Heke hûn bê hal bin û elamet bi were heye, çiqas dijwar e bila bibe, divê hûn mûayenek tibbî bibin û testa xwe bo COVID-19 bivin/çêkin.

Bo dîtina nêziktirin klinika nefesê a nêzikî we:   COVID-19 respiratory clinic

Biminin bi ewlehî

  • Her dem paqijîyek/hajînek qenc pêk bîne, destên xwe bo 20 sanîyan bi sabûnê û avê bişon, wexta kuxîya yi devê xwe bigre, heta dikarî destê xwe mede ser çavên xwe, poz/bêvi û devê xwe.
  • Dema hûn li dervayê mala xwe bûn her wext navberka sosyalî a qasi 1.5 mitro bihêle.
  • Bergiri li silavdayîna fîzîkî wek desthejîn, hembêz û maçkirin bigre.
  • Miqateyek baldahî bike dema hûn bi wesayetên amî cûn û hatin.
  • Dûrî qelebalix  û kombûyinê girseyî ên civakî bisekinin.
  • Xwe agahîyan qenc hayîdar bike – tenê agahîyên pêbawer ên fermî bi kar bîn e.  Coronavirus Australia bo têlefona xwe a bobil downlod bike  qeyda abona xwe li gel Coronavirus Australia WhatsApp service, çêbike û  biçe serdana  www.australia.gov.au  bo agahdarîyhen herî dawî/nû

Xetalîkarî a bo Kesên Biamir a COVID-19

Xetalîkarî a bo Kesên  Biamir a COVID-19 agahî, pişgirî dide û pêwendî saz dike bo Austrayî ên biamir.

Hinî kesên biamir hene gelek bi lewazin li heber COVID-19 û kêm têkildarê bikaranîna internetê ne û hewcedarîya wan bo pêkanin bo bidest xistina agahîyan ên li ser rewşa ku ew têda ne. Xetalîkarî a bo Kesên Biamir agahdarî û alîkarîyê pêşkêş dike.

Kesên Australyayî ên biamir, heval û gohdarên wan di karin bêheq li ser vê reqemhe têlefona 1800171 866 û heke:

  • ku bixwazin li gel yekî di derheqa qedexeyên ji ber COVID-19 hatine danîn û bandora vê yekê li xer wana
  • hisayetîya tenêmahînê meraqa kirina bo ew hezkirîyên wan
  • gohdarî/meqayetîya kesekê û hewcetîya bi agahî an keseki bo axaftin e
  • hewcedarî bi yarmetî da bo gohastîna karûzarîyên ji hêla aged care/yarmetî bo kêsê biamirda têye dayîn.
  • hewcedarî bi alîkar û şiretan ên derheqa kargûzarîyan an pêdivîyên gîyanî wek kirîna zexîran ji sûk û dikanan.
  • fikr û meraqên li serwan bixwe, heval û ferdên malbatê ên demansê/kêmbîrî bi wan re heye.
  • Ji bo pêkanîya hevdîtinek a tendûristî ya gîyanî a yek-carî ji bo xwe, an kesayetîyek din.

Australiyên Biamir, xizanên ewana, gohdarên wan, heval an alîgirên wan dikarin li têlê xin ser vê reqemê 1800 171 866 seat ji 8.30am – 6pm AEST  - hemû rojên heftê bo hewcedarîyên bo agahdarî an karguzarîyan.

Rastîrûpel