Tendûrûstî

Agahiyên Tenduristî

Hinek ji şanên vîrosa korona (Symptoms)

  • Bilindbûna radeya germbûna bedenê (himma)

  • kuxîn

  • êşa gewriyê

  • westabûn (mandûbûn)

  • nefestengî

Ger nexwş bî û texmîn bikî te vîrosa korona heye, alîkariya tenduristî bixwaze.

Dikarî telefone National Coronavirus Helpline bikî bo bidestxistina agahdariyê. Ger te wergêr divêt, telefone 131 450 bike.

Ger te şanên nexweşiyê yên ceddî hebin, wek dijwariya nefesgirtinê, telefone 000 bike bo alîkariya tenduristî ya acil.

Di malpera The Department of Health de hinek agahiyên bi zimanên ji bilî Înglizî jî hene bo alîkirina xelkê ku selamet bin û tehlûkeya bo civatê kêmtir bikin.

Têstkirin û serpereştiya pijîşkî bo COVID-19

Heta ger te vîza nebe, yan bi guman bî derheqê vîzaya xwe de, divêt ligor rêberiyên tenduristiya giştî bikî. Ger xwe baş hest nekî, lêniherîna pijîşkî bi dest xe û xwe ji bo COVID-19 têst bike.

Hukûmetên wîlayetan (state/territory) têstkirin û serpereştiya pijîşkî bo COVID-19 belaş dikin.

SELAMET BE

  • Her dem li pakiya xwe miqayit be, destên xwe bi dirêjiya 20 sanîye bi sabûnê û avê bişo, kuxînê nixamtî bihêle, destên xwe bi çavên xwe, bêvila xwe (poz) û devê xwe neke.

  • Bila li derveyê malê di navbera te û kesekî din de 1,5 metro valahî hebe.

  • Bo pêşwazîkirinê dest nede kesan, hembêz neke, ramûsanê bi kar nehîne.

  • Karta xwe (tap and go) li şûna pereyên neqdî bi kar bihîne.

  • Demên aram sefera xwe bike û ji koman (qerebalixê) dûr bimîne.

  • Xwe baş agahdar bike – tenê agahiyên pêbawer bi kar bihîne. Coronavirus Australia mobile phone app bi dest xe (download). Coronavirus Australia WhatsApp service bi dest xe. Bo agahiyên herî dawîn vê malperê veke: www.australia.gov.au

Xetalîkarî ya COVID-19 bo kesên temenê wan mezintir

Xetalîkarîyê ya COVID-19 bo kesên temen mezintir, agahdarkirin, alîlirin û pêwendî girêdayîna Awistralîyên temen mezintir dike.

Hinek ji ew kesên temen mezin li hember COVID-19 lawazin lê kemasîya wan bi înternetê ra kêm û pêwistîya wan di gelek waranda pêistîya wan bi agahdarîyên li ser rewşa heye.Xetalîkrîyê ya COVID-19 bo kesên temenê wan mezintir pêşkêşîya agahdarî û alîkarîyê dike.

Awstralîyên temen mezintir, malbatên wana, hevalên wan û kesên yarmetîyê didin wan dikarin têlefona l vê hêjmara BANGABELAŞ /FREECALL 1800 171 866 bikin û heke ew:

  • ku dixwazi di derheqa qedexeyên COVID-19 û ew bandorên kû li wana dibin
  • xwe bi tenêtî hîs dikin û li berketin a bo hezkirîyên wan
  • li kesekî din dinêrin û pewistîya agahdarîyê bo wan heye an ji dixwazin li gel yekî din biaxifin
  • pewistî bi yarmetîyê hebe an derheqa guheztinên li ser ew kargûzarîyên lênêrîna temenmezinîyê ku bo wan têye dayîn
  • pêwistîya wan bi peydabûyîna kargûzarîyek din a lênêrînê heye an amûrên herî pêwîst wek kirrînê
  • ger şîkek hebe di derheqa ewan bixwe, hevalek an ji ferdek malbatê ku bi wanre Dementia ango Bîrnemayî hebe
  • dixwazin da civînek li dar bixin bo kontrolkirina saxlemîya xwe, an bo kesekî din

Kesên temen mezintir ên Awustralî, xizmên wan, heval an alîgirên wan dikarin:

  • pêwendî 1800 171 866
  • 8:30 – 6pm AEST rojên hefteyê
  • ji bo ew hemî agahdarî û karûzarîyên kû pêwistî bi wan heye

Rastîrûpel